Rengvano
Brader
6:16Agrî, Agrî tu agir bûy Li nav ketî, ser bilind bûy Hilbe Agrî, hilbe Agrî ! Agir dirijand ser seran Ronahî direjand her deran Erdê dihejand car caran Hilbe Agrî, hilbe Agrî ! Şerq û xerb bask vegirtiye Ser singê xwe lav girtiye Kurda rê tu kabe bûyî Hilbe Agrî, hilbe Agrî ! Îro dîsa hêrsa te hat Ev agiran bûne kelat Kom bûn êdî ser te civat Hilbe Agrî, hilbe Agrî ! Roja azad li ser te helat Ronîka ta Besre reşand Nav milletê azadî çand Hilbe Agrî, hilbe Agrî ! Hilbe Agrî, hilbe Agrî ! Ji sawa te Tirk digirî Te dît çawa Rûmî revî Hilbe Agrî, hilbe Agrî