Canê
Ciwan Haco
3:14Birîndar kirim xerîbiyê Ez ji xwe re kuştim xerîbiyê Min bese ji vê eziyetiyê Berê min kete vê beriyê Dikim nakim ji bîram naçê Rewşa welat û beracê Çiya û newal û qelaçê Ez ne melekim xwediyê tacê Kuro lawo welat xweş e Me jê barkir rojê reş e Dijmin sote wek serxweş e Ji zilm û zorê me dameş e Vê buharê gul pişkivîn Li çol û çiya û dilê birîn Dil û nave min dikewgirîn Kanî welat û ala rengîn Derdê welat pir girana Jêre divê jîr û zana Mêjî û ziman ew dermana Wê xilaskin Kurdistana Birîndar kirim xerîbiyê Ez ji xwe re kuştim xerîbiyê Min bese ji vê eziyetiyê Berê min kete vê beriyê