Maçî Xudayi

Maçî Xudayi

Homer Dizeyee

Альбом: Maçî Xudayi
Длительность: 6:56
Год: 2022
Скачать MP3

Текст песни

Were yarim, were ey taze yarim!
Were estêrekey şewgarî tarim!
Were ey şaperrî ballî xeyallim!
Were ey şewçiray rûnakîy mallim!
Were xasekewî ram û kewîy min!
Were îlhamekey nîwe şewî min!
Were ey newnemamî baxî jînim!
Were ey şagullî mêrgî ewînim!
Were ba des le ballaket werênim!
Were kullmem le kullmey to xişênim!
Were ey bit hetakû bitperistim!
Were memkolleket bigirim le mistim

Were karwankujey katî beyanîm!
Were bîrewerî û awatî ciwanîm!
Were ba damirê awat û tasem!
Were ba biskeket lada henasem!
Were ba hellmijim em lêwe germe!
Were ba hellguşim em rane nerme!
Were ciwanê, were nazit bikêşim!
Were wek destegull datnêm le pêşim!
Were giyanim fîday çawî reşî to!
Were ba hest bikem germîy leşî to!
Were maçim deye maçî xudayî!
Ke bêzarim le maçî sînemayî!
Ke bêzarim le maçî sînemayî!