Rindê

Rindê

Mem Ararat

Альбом: Keskesor
Длительность: 4:16
Год: 2024
Скачать MP3

Текст песни

RINDÊ
ji pirsên stûr, ji gotinên bi bar
Bi ruhê westiyayî,ji taqetê bê par
Bi sebra Eyûbê kû kurma ew xwar
Hatim gihîştim peravên te rindê
Bûme keştiya rizgarbûyî ji bayê
Ji sermayê ,ji berfê rindê...

Hevalê hevalê havala min
Şêrînê delalê were ba min
Her deman em ê li ba hev bin
Heta dunya û zaman hebin

Ji bêhna agir,ji bêhna sincê
Ji bêhna benîştê li birîna dara kajê
ji bêhna nêrgizên bexçê jiyanê
Tu hatî tu tê li ser çavan rindê
li ser herdu çavan ,li ser seran rindê

Hevalê hevalê havala min
Şêrînê delalê were ba min
Her deman em ê li ba hev bin
Heta dunya û zaman hebin