Aydil
Mem Ararat
5:07TE DILÊ MIN ŞIKAND Ew sebra weke behran Zuwa bû te miciqand Destên min li ser dilê min hur hurî bû ji xeman Hurhurî bû ji xemam Te dilê min pir şikand Te dilê min kûr şikand Gelek çîya hedimîn ji korbûna dildaran Eyloyên bêminet jî xwe rûçikand li ezman Hezkirina min bêdawiye lê te ez gelek westand Êdî ruyê min li çiya ye Te dilê min pir şikand. Hezkirina min bêdawiye lê te ez gelek westand Êdî ruyê min li ba ye Te dilê min pir şikand Te dilê min kûr şikand Bêheyf bû kulmek hinar Bêheyf bû ked û xwêdan Lavlavkek im çilmisîm li ber hemû dîwaran Bi gotinên wek xenceran Te dilê min pir şikand Bi awirên wek xenceran Te dilê min pir şikand Dizanim tu fam nakî çawa diderize zeman Dizanim tu fam nakî çawa diderize ezman Qet nebe vê bizane,ji te hezdikim weke dînan Ne bi carekêde şikestim,hêdî hêdî pir caran Dibe kû ne bi qest be lê te dilê min pir şikand Te dilê min kûr şikand Eferim ji te re…