Notice: file_put_contents(): Write of 626 bytes failed with errno=28 No space left on device in /www/wwwroot/muzbon.net/system/url_helper.php on line 265
Xelîl Xemgîn - Raperin | Скачать MP3 бесплатно
Raperin

Raperin

Xelîl Xemgîn

Альбом: Ey Şehîd
Длительность: 9:53
Год: 2020
Скачать MP3

Текст песни

Eman, eman, eman, eman, eman, eman, eman, eman
Wey jarê ezim
De îroj yadê buharekî xweş û rengîn bi xêr hatî
Lê çiyawa xemliyan
De wile yadê serê sîpan û xelatê qama xwe girêdiye bejna Mihemedê min di nav de
Lê di sera mij û doman
De wile gelî gundîyan û cîrana, dîsa xeberek hatî, dibêjin, şerekî derketî di navbera

Xweşmêrên Kurda û qolordiya sêrtê
Şerekî girane
Wella ji êvara xwidê de li çiyayên mamilan û bestan
Wella ranewestiya
Cenga giran

Reqe reqa darê mitryalozan û şerefnala ji êvara xwidê de
Tilê Memedê min û be hogir û hevala li ser darê mawîzerê
Lawo neseknîne
Eman, eman, eman, eman,eman Mihemedo
Lo dilkê mino ax
Serê min heyrana serê dayika te bi te bilinde
Lo şêrê mino

Erê Mihemedo lawo bejna te ji min re zirave
Lawo ji şitlê vê rihanê
Lawo, ji eşiq û mereqa dilê minî xwînî yî kevir lêketî re bila hişîn bida
Li çiyayên Tetwan û Bedlîsê li deşta Muşê
Lawo li ber behra Wanê
Erê lawo, şeva nîvê şevê bû, refê hogir û hevala hatin ber derîkê mala bavê min ow
Simêlên bi ser lêvan de şikestîne
Wey Mihemeda serê min bi heyrana çavên min li şehra sûrmelî ya Mihemedê min ow
Di xwîna sor lawo xemilîye

Eman, eman, eman, eman, eman, eman, eman
Law dilkê mino
Serê min bi heyrana Mihemedo, hevjiyana min soz û biryara min ji te re
Lawo tu berxê mino ax

Erê Mihemedo serê min bi heyrana dilê dayîka te dike û lawo dilezîne
Lawo bi sund û qesem be, ezê reşa serê xwe girê nadim
Lawo li serê xwe nagerînim
Gelî gundîyan û cîrana di bextê wedame, hunê xeberê bişênin çar goşên welêt
De bila dahol û zurna yekê bînin def dawetekê ji Mihemedê min ra lawo ezê li darxînim
Erê lawo heft roj, heft şeva ezê daweta Mihemedê xwe bigerînim lawo li darxînim
Wella gelî gundîyan û cîrana di bextê wedame, ezê ji Mihemedê xwe re li serê çiyayê kurdistanê
Lawo mekanekî bibînim
Ezê gora Mihemedê xwe neqiş, neqiş bixemlînim
Li ber serê wê rûnim
Wezê çeka mihemedê xwe rakim di destê min de
Ji mihemedê xwe re bilîlînim
Erê lawo serê min heyrana piştî çûna te wa hersê xwîşik û birayên te di vê rê yê de
Lalo we ji tere dişînim
Eman, eman, eman, eman, eman, eman, eman ow
Lawo şêrê mino
Şîr u berê milwên car li can û cesedê te helal be
Lo Mihemedo lawo şêrê welatê mino ax lawo